Li Efxanistan'ê êrîş li mizgeftê hat kirin: Yek jê 'alim pir kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Herat'a wilayeta Efxanistan'ê di dema limêja Înê de êrîşa bi bombe hat kirin.

Ekleme: 02.09.2022 15:20:35 / Güncelleme: 02.09.2022 15:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zebîhullah Mucahîd'ê Berdevkê Emîrtîya Îslam'ê ya Efxanistan'ê ragihand ku, Mewlana Mucîbur Rahman'ê ku 'alimekî mezin ê welat bû di encama êrîşa di limêja Înê de şehîd bû.

Mucahîd xemgîniya xwe ya ji ber şehadeta Mucibur Rahman anî ziman û got ku kesên li pişt bûyerê ne wê bên cezakirin.

Rayedaran diyar kirin ku di encama teqînê de nêzî 20 kes jiyana xwe ji dest dan e, ji 20'an zêdetir kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)