Li Yozgatê ji ber qezaya ku pêk hat 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li Yozgatê di encama qezaya ku wesayît li bariyera pirê qelibî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 02.09.2022 10:05:33 / Güncelleme: 02.09.2022 10:05:33 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Qeza li taxa Saraykoyê ya navçeya Yerkoya Yozgatê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otomobîla bi plaqeya 34 EAA 175 ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li bendên li ser pira Demîrcî qelibî.

Di encama qeza ya pêk hat de  ajokar jî di nav de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Birîndar bi ambûlansa ku sewqî cihê qezayê hat kirin hat rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Yozgatê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)