Weqfa Êtîman li Pakistan'ê ji kesên ku felaketa lehîyê dîtine xwarina germ belav kir

Weqfa Êtîman, ji Pakistaniyên ku ji ber lehiya ku ji ber barana mûsonê ku di nîvê Hezîranê de dest pê kiribû de zehmetî kişandibûn xwarinên germ belav kir.

Ekleme: 01.09.2022 18:05:42 / Güncelleme: 01.09.2022 18:05:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di felaketên lehiyê yên ji ber barana mûsonê ya ku di nîvê Hezîranê de li Pakistanê dest pê kiribû de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 33 milyon kes jî ji ber van lehiyan mexdûr bûn.

Weqfa Êtîman'a ku li hemberî vê felaketê xemsar nema, bi pereyê alîkariyê ku ji xêrxwazan berhev kiribû xwarinên germ amade kir û gihand mexdûrên lehiyê.

Malbatên ku alîkarî wergirtin spasiyên xwe bi taybetî pêşkêşî jî merhûm Îdrîs Demîrbag'ê ku bexş kirîye, xêrxwazên din û Weqfa Êtîman kirin. (ÎLKHA)