Grêva Avavîde'yê êsîrê Filistînî bi serkeftinê encam bû

Êsîrê Filistînî Halîl Avavîde, grêva birçîbûne ku ev 6 meh bû dewam dikir li ser sozdana îşxalkerên sîyonîst ku di 2'ê cotmehê de wê wî serbest berdin rawestand.

Ekleme: 01.09.2022 10:55:38 / Güncelleme: 01.09.2022 10:55:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êsîrê Filistînî Halîl Avavîde, ji bo rawestandina grêva ku ev 6 mehe dewam dike vîdeoyek parvekir.

Avavîde di vîdeoyê de digot ku, "Bi kerem û lutifa Xwedê îro xebera serbest berdanê hat. Bi îzna Xwedê wê min di 2'ê cotmehê de azad bikin."

Avavîde got ku heta karibe rabe ser nigan û bimeşe wê li nexweşxaneyê bimîn e, Avavîde peyva Hezretî Yusif a ku di Qur'an'ê de derbas dibe bi bîranî û got ku, "Xwedê, bi derxistina min a ji zindanê başiyê bi min re kir."

Avavîde diyarkir ku ev serkeftina ku wî bidestxistiye wê bibe xelekeyek ji serkeftinên ku heta niha kesayetên gelê bi rûmet ên Filistînî bidestxistibûn, teşekur ji kesên ku li paş wî sekinîne, piştgirî dane wî û ji wî re di'a kirine kir. (ÎLKHA)