Li Endonezyayê qamyon ket nav rawestgeha otobûsê: 7 jê zarok 10 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Batı Javaya Endonezyayê qamyonek ket nav rawestgeheke otobûsê, di encama qezayê de 7 jê zarok tev de 10 kes canê xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn.

Ekleme: 31.08.2022 15:45:12 / Güncelleme: 31.08.2022 15:45:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li bajara Bekasîyê qamyonek ket nav rawestgehekî yê ku li pêşîya dibistenekî bûye.

Di encama qezayê de 7 jê zarok tevde 10 kes ên ku li pêşîya dibistanê bûn canê xwe ji dest dan 20 kes jî birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê de gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê, kesên mirî jî hatin rakirin mergê.

Hat diyarkirin ku şofêrê qamyonê hat binçavkirin û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)