Ji Perînçekê ku heqaret li Hezretî Muhammed kir re bertek hat nîşandan

Misilmanên ku ji Dogu Perînçekê Serokê Giştî yê Partîya Vatanê ku gotinên ji xwe mestir li hemberî Hezretî Muhammed kirîye re bertek nîşan dan, Perînçekê banga “sînorê xwe zanîn”ê kirin.

Ekleme: 31.08.2022 15:05:31 / Güncelleme: 31.08.2022 15:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dogu Perînçekê Serokê Giştî yê Partîya Vatanê, li Bodrûmê di axavtineke xwe de, ji Hezretî Muhammedê Pêxemberê Îslamê ku bi milyaran Misilman ji wî re mihebbeteke mezin dihewînin û ji bona ku sinneta wî di jiyanên xwe de tetbîq bikin micadeleyê dikin re gotinên ji xwe mestir got.

Ji Perînçekê re ji ber wan gotinên wî, di Twîtterê de ji teref Misilmanên hişyar ve bertekek mezin hat nîşan dan. Weşanên bertek ên ku ji Perînçekê re hatine belavkirin ket nav Rojeva Tirkîyeyê.

Misilmanan di weşanên xwe de diyarkirin ku ew Hezretî Muhammedê ji canên xwe zêdetir hezdikin û gotin ku ew tu dem bêhedîya ku keseke remakî, wek hev dîtina xwe û Hezretî Muhammed qebûl nakin.

Misilmanan destnîşan kirin kesê ku ji berê heta niha xwedîyê minasebetên pîs e û ji neyartîya Îslamê xwe paş de nahêle encax dikare xwe bi mişrîkên Mekkeyê re wek hev bibîne, gotin ku Perînçek û hevalên wî yên wek wî nikarin bibin “xwelîya binê nigê” Hezretî Muhammed û wan eshabîyên wî yên ku wek stêrkê ne.

Misilmanan, ji Perînçekê re banga “sînorê xwe zanîn”ê û “efû xwestin”a ji raya giştî ya Misilmanan kir. (ÎLKHA)