Li Stenbolê kelek bin av bû

Hat destnîşankirin ku li Beykoza Stenbolê kelekek ji ber ku mazota wê qedîya bin av bû.

Ekleme: 31.08.2022 14:40:34 / Güncelleme: 31.08.2022 14:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistn, roja yekşemê di seatên êvarê de mazota kelekeke ku 9 kesên ku ji malbateke bûn tê de bûn qedîya û av ket nav kelekê. Keleka ku av ket nav hindirê wê, di demeke kurt de bin av bû.

Bi alîkarîya masîvanên derdorê ferdên malbatê hatin xelaskirin. Di encama bûyerê de mirî an jî birîndar tunene. (ÎLKHA)