Efxenistan, salvegera xelasbûna ji îşxala Emrîqayê pîroz kir

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, di bernameyên ku tertîpkirin de serxwebûnîya welat ya ji îşxala 20 salan ya Emrîqa û NATOyê pîroz kir.

Ekleme: 31.08.2022 11:55:31 / Güncelleme: 31.08.2022 11:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Efxenîyên ku derketin kuçe û qadan, dawîbûna îşxala 20 salan ya Emrîqayê pîroz kirin. Di bernameya ku dem bi dem sloganên “Her bijî Îslam” hatin avêtin de afîşên ku li ser “Roja Serxwebûnîyê 30 Tebaxê” jî bi cih girtin.

Rayedarên Efxenistanê destnîşan kirin, roja 30yê Tebaxê xelasbûna welat ya ji îşxalê û mexlûbîyeta Emrîqayê ye.

Misilmanên Efxanî, sala borî li ser derketina balafira dawî ya Efxenistanê, li welat tabûtên ku alên NATO, Fransa û Îngîlîstan li ser bûn bi “merasîma cenazayê ya temsîlî” tertîp kiribûn.

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, di dema 3 mehên dawîn yên ku leşkerên Emrîqa û NATOyê ji welat derketibûn de bi lez pêşveçûbûn, di 15ê Tebaxê de ketin nav Kabûla Paytext û di nav çend rojan de paytextê bidest xistibûn.

Emrîqaya ku bi beheneya êrîşên 11 Îlonê di sala 2001an de Efxenistanê îşxal kiribû, sala borî di 30yê Tebaxê de leşkerên xwe yên dawîn jî ji Efxenistanê vekişandibû.

Bi tevî Emrîqayê yekîneyên  NATOyê jî ji welat vekişîyabûn, van yekîneyan dema ku ji welat derketibûn mîsyonerên dîplomatîk yên li Kabûlê jî bi xwe re vekişandibûn.

Joe Bidenê Serokê Emrîqayê, di daxuyanîya ku 26ê Tebaxa sala 2022yan de belav kiribû de destnîşan kir ku di dema îşxalê de 2 hezar û 261 leşkerên Emrîqayê miribûn.

Orgeneral Kenneth McKenzîeyê Fermandarê Hêzên Navend yê Emrîqayê, sala borî, daxuyandibû ku pêvajoya vekişîna leşkerên Emrîqayê dawî bû. (ÎLKHA)