Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji dehan malbatan re xwarin û nan belav kir

Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê, ji dehan malbatên êtîm û mihtac re xwarin û nan belav kir.

Ekleme: 30.08.2022 15:55:41 / Güncelleme: 30.08.2022 15:55:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucahît Onenê endamê dikdar yê Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê derheqê xebatên xwe de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ji dehan malbatan re goşt, xwarin û nan belav kirin û di pêvajoya bê de jî ew ê ji êtîm û mihtacan re goştê sor belav bikin.

Onen di axavtina xwe de weha got, “Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê vê mehê di gelek warê de alîkarîyên xwe lez kirîye. Bi îzna Xwedê em ê piştî belavkirina qirtasîyeyê vê mehê jî goştê sor belav bikin. Em niha nan belav dikin. Em bi alîkarîya xêrxwazên xwe dixwazin ku her meh alîkarîyên xwe zêde bikin. Di vê warê de bi sedan malbat hene ku tên cem me ji me alîkarîyê dixwazin. Malbatên ku daîma li derê me dixin hene lê em naghêjin ji wan malbatan re. Em qasê qewet û îmkanên xwe dikarin ji wan re alîkarîyê bikin. Ger ku hûn îmkanên xwe bi me re belav bikin em ê jî bi îzna Xwedê van îmkanên we bighêjînin birayên xwe yên mihtac. Bi îzna Xwedê em ê derkevin seheyê û alîkarîya goştê sor jî bikin.”

Onen diyar kir ku ew her roj ji malbatên êtîm û mihtac re nan belav dikin, “Em her roj ji Karwanê Hêvîyê re 100 heb nan distînin û wan nanan jî ji malbatên xwe re belav dikin. Xwedê Teala alîkarîya we ya ku bikin qebûl bike.” (ÎLKHA)