Îran, hemû derîyên sînorê xwe yên Iraqê girt

Îran daxuyand ku ew ji ber meseleyên ku li Iraqê pêk hatin, hemû derîyên sînorê xwe yên Iraqê girtin û seferên balafirê yên li Bexdayê dan sekinandin.

Ekleme: 30.08.2022 11:55:31 / Güncelleme: 30.08.2022 11:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xeberên ku di çapemenîya welêt de derbas dibin, Mecîd Mîrahmedîyê Alîkarê Wezîrê Karên Hindir daxuyand ku ji ber meseleyên li Iraqê hemû derîyên sînor yên xwe girtin.

Mîrahmedî bang kir ku çûndina Îranîyan li Iraqê ne baş e û weha got, “Hemû derîyên sîronê me yên li Iraqê ji ber rewşa bêîstîqrarî ya li Iraqê hatin girtin û bal dikşînim ku ji derbasbûna sînorê re jî ji tu kesê re îzîn neyê dayîn.”

Ev qerara ku hat dayîn, di dema ku Îranîyan ji bona bernameyên Erbaînê biçin bajarên Necef û Kerbelayê ya Iraqê de hat dayîn.

Saîd Çelenderîyê ji rayedarên Balafirgeha Îmam Xumeynî yê Navneteweyê ku li Tehranê ye, daxuyand  seferên ku ji Bexdayê re bên kirin heta emreke duyemîn hatin sekinandin.

Mîr Ekber Rezevîyê Berdevkê Sazîya Hewayî yê Îranê jî îfade kir ku ew planeke ku welatîyên Îranê ên ku li Iraqê ne derxin dikin. (ÎLKHA)