Filistînîyê ku di grêva birçîbûnîyê de ye: Ev bedenê min ruyê îşxalkeran a rast nîşan dide

Filistînî Halîl Avavîdeyê ku ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve hatibû desteserkirin, di axavtina xwe de bal kişand, heta ku goşt û estîyên wî jî bihelin ew ê ev protestoyê xwe bidomîne û berxwedana xwe dewam bike.

Ekleme: 30.08.2022 11:40:32 / Güncelleme: 30.08.2022 11:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fotoxrafên Halîl Avavîdeyê ku nêzê 170 roj e di grêva birçîbûnîyê de ye derket holê, û got ku ewê protestoyê xwe yê ji desteserkirina rejima îşxalker re berdewam bike.

Avavîde, di vîdeoya ku dema ku malbata wî wî li nexweşxaneyê zîyeret kiribû hatibû kişandin de weha got: “Ev bedena ku li ser xeyn ji çerm û estîyê tiştek nemaye acizîya xelqê Filistînê û tezîbûna Filistînê nîşan nade, rûyê rast yê îşxalkeran a ku xwe welateke demokratîk bi nav dike nîşan dide. Heta ku ev miameleya ku bi kêfê tê kirin û tu sedemeke wê yê hiqûqî tuneye û heta ku êsîreke tenê yê ku bi xwîna xwe ji ev girtina îdarî re bibêje na ew ê ev ewakî be.”

Avavîde, di berdewama gotina xwe de bal kişand ku de’wa Filistînê çiqas jî bedelên giran bên dayîn heq û meşrû ye.

Halîl Avavîde, di dawîya gotina xwe de îfade kir ku ew heta ku bighêje azadîya xwe ew ê grêva birçîbûnîyê bidomîne. (ÎLKHA)