Li Londrayê êrîşeke bi kêr: Mirîyek

Hat destnîşankirin ku li bajara Nottîng Hîllaya Londrayê di karnavala Afro-Karayîplerê de bi kêrê êrîşek hat kirin, di encama êrîşê de kesek mir.

Ekleme: 30.08.2022 10:25:32 / Güncelleme: 30.08.2022 10:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref polêsê Londrayê ve hat belavkirin hat destnîşankirin ku di çûndina li ser îxbarê de hat dîtin ku ji zilamekî 21 salî re midexele tê kirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku zilamê birîndar hat rakirin nexweşxaneyê lê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Sedema meseleyê hêj nayê zanîn lê polês derheqê meseleyê de tehqîqatên xwe didomîne. (ÎLKHA)