Îddîaya ku du balafirên Ukraynayê hatine xistin

Hat îddîakirin ku li herêmên Zaporîjya û Donetska Ukraynayê du balafirên herbê ya ji tîpa "Su-25" hatin xistin.

Ekleme: 30.08.2022 09:20:33 / Güncelleme: 30.08.2022 09:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rusyayê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir. Konaşenkov, di daxuyanîya xwe de weha got, “Di nav 24 seatên dawîn de li herêmên Zaporîjya û Donetska Ukraynayê du balafirên herbê ya ji tîpa "Su-25"ê ya aîdê Hêzên Hewayê ya Ukraynayê hatin xistin.”

Konaşenkov, îddîa kir ku di encama êrîşa ku bi çekên hessas li herêma Herson û navenda bireveberîya hewaya “Vostok”ê ya li herêma Dnîprîoya Ukraynayê hat kirin de 70 leşker û 14 erebeyên taybet yên leşkerîyê hatin îmhekirin.

Konaşenkov, di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ku li herêma Donetskê ji 30yî zêdetir Ukraynayî hatin kuştin û ji 50 zêdetir leşker jî birîndar bûn. (ÎLKHA)