33 milyon mirov ji lehîya li Pakistanê tesîrdar bûn

Hat destnîşankirin ku li Pakistanê ji ber lehîyên ku ji sedema baranên musonê yên ku di nav meha Hezîranê de hatibû destpêkirin pêk hatibû heta niha ji hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, ji 33 milyonî zêdetir mirov jî tesîrdar bûn.

Ekleme: 29.08.2022 11:25:37 / Güncelleme: 29.08.2022 11:25:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otorîteya Bireveberîya Afeta Neteweyî ya Pakistanê, diyar kir ku li welat di felaketa lehîya ku ji ber baranên ku di serê Hezîranê de dest pê kiribû pêk hatibû de ji 33 milyonî zêdetir însan û 72 navçe bi xirabî tesîrdar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku herêma ku ew ê herî zêde tesîrda bûye bi 14,5 milyon mirov û 23 navçeyên xwe wîlayeta Sîndhê ye, dû re jî bi 9 milyon însan û 31 navçeyên xwe Belucistan e.

Xeyn ji van agahîyan rayedarên Pakistanê daxuyandin ku, ji sedema baranên musonê yên ku di nav meha Hezîranê de hatibû destpêkirin pêk hatibû hejmarê mirîyan heta niha derket hezar û 33 kesan. Rayedarên Bireveberîya Felaket a Neteweyî jî daxuyand ku bi tenê doh 119 kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)