Li Lîbyayê alozî û qeyran cardin dest pê kir. Di şer û pevçûnên ku di navbera du komên çekdar ên li herêmên Ben Gaşîr û Sarima Trablusê pêk hatin de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 87 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê bertek nîşanî êrîşan da û pevçûnan şermezar kir.
Neteweyên Yekbûyî jî da zanîn ku ew ji şerê çekdarî yê li Trablusê bi fikar in.(ÎLKHA)