Li Liceyê 16 mîlyon kok kenewîr hat bidestxistin

Di encama Operasyona Eren Abluka-34 yê ku di koordînasyona Wezareta Karên Hindir de tê kirin de 16 mîlyon kok kenewîr hat bidestxistin.

Ekleme: 27.08.2022 14:30:36 / Güncelleme: 27.08.2022 14:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin ku Operasyona Eren Abluka-34  yê ku li çoltera Liceyê hatibû destpêkirin berdewam dike.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama operasyonê de li çoltera Liceyê 19 heb fişekên roketavêtê û 16 mîlyon kok kenewîr hatin bidestxistin. (ÎLKHA)