Minibûs û 'erebeya tîcarî li hev qelibîn: Mirîyek, 14 birîndar

Li Wan'ê minibûsa ku koçberan vediguhast û 'erebeya tîcarî li hev qelibîn, di encama qelibînê de kesek mir, 14 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.08.2022 13:15:33 / Güncelleme: 27.08.2022 13:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li navçeya Westan'ê qewimî.

Minibûsa ku koçberan vediguhast û 'erebeya tîcarî li ser rêya Westan'a rêbeja Wan-Bedlîs'ê li hev qelibîn.

Di qezayê de pîrekeka ku di 'erebeya tîcarî de bû mir, ajokarê 'erebeya tîcarî û 13 koçberên ku di minibûsê de bûn jî birîndar bûn.

Birîndar, hatin rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wan'ê.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)