Li Pakîstan'ê ji ber baranên musonê 937 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Pakîstan'ê ji 14'ê Hezîranê vir ve hejmarên mirîyên ku ji ber baranên zêde miribûn derket 937'an.

Ekleme: 27.08.2022 12:40:31 / Güncelleme: 27.08.2022 12:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran ragihandin ku, lehî tesîrî 30 mîlyon kesan kiriye û piranîya wan ji cihê xwe bûn e.

Li gelemperîya welat 670 hezar û 328 xanî zirar dîtine, 145 pîl hilweşîya. Her wiha lehî 3 hezar û 82 kîlometre rêbej zirarê dîtîye.

Hat diyarkirin ku ji Pakîstan'a zirar dîtîyê re ew ê Bankaya Dinyayê 350 mîlyon, Bernameya Xidayê ya Dinyayê 110 mîlyon, Bankaya Pêşketina Asyayê 20 mîlyon û Ingiltere jî 40 mîlyon dolar alîkarî bişînin. (ÎLKHA)