Tirkiye: Em bi î'ade kirina bajara Laçîn'ê ji Azerbeycan'ê kêfxweş in

Wezareta Karên Derveyî diyarkir ku, Em wek Tirkiye'yê bi î'ade kirina bajara Laçîn'ê û gundên Zabux û Sus'ê ji Azerbeycan'ê kêfxweş in.

Ekleme: 26.08.2022 17:20:41 / Güncelleme: 26.08.2022 17:20:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de van îfadeyan hat bikaranîn:

"Em kêfxweş in ku îro bajara Laçîn û gundên Zabux û Sus'ê di çarçoveya pêvajoya berdewam de li gorî mijarên ku di Daxuyaniya Sê alî ya 9'ê Mijdara 2020'an de hatine diyarkirin ji Azerbaycanê re hatine vegerandin.

Em hêvîdar in ku ev pêşveçûn, ku ji bo avakirina aştî û aramiyê li Başûrê Kafkasya'yê gaveke girîng e, wê bibe alîkar ku asayîbûna herêmî û her weha ji têkiliyên Azerbaycan-Ermenîstanê re jî.

Tirkiye wekî ku heta niha dikir, wê piştgiriya yekparçeyiya xak û serweriya Azerbaycan'a bira jî bidomîne." (ÎLKHA)