Traktor û erebe li hev qelibîn: Birîndarek

Li navçeya Hîlwana Rihayê traktorek û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek birîndar bû.

Ekleme: 26.08.2022 16:15:47 / Güncelleme: 26.08.2022 16:15:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya Dîyarbekir-Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 21 ABD 986, li traktora ku di rêya alîyê hember de dihat qelibî.

Di encama qezayê de kesek birîndar bû.

Kesê birîndar, ji teref ekîbên 112yê ve hat rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)