Li Pakistanê di nav 24 seatê dawîn de 34 kes ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan

Hat destnîşankirin ku li Pakistanê di nav 24 seatê dawîn de ji ber baranên zêde lehî pêk hat, di encama lehîyê de jî 34 kes canê xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.08.2022 12:25:32 / Güncelleme: 26.08.2022 12:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahdayîna ku ji teref Otorîteya Bireveberîya Afeta Neteweyî ya Pakistanê ve hat kirin, di encama qezayên ku ji ber lehîya ku ji ber baranên musonê yên ku di nav 24 seatê dawî de barîya de herî kêm 34 kes canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di navbera kesên ku mirine de 17 heb zarok û 7 heb jî pîrek hebûne, piranîya mirîyan li wîlayeta Hayber-Paxtunxvayê bûne.

Hat ragihandin ku di encama lehîyê de 670 hezar û 328 xanî, 145 pir û 122 dikan jî xira bûn. (ÎLKHA)