Li Çorûm'ê şera biçek: Bav û 4 kurê wî birîndar bûn

Li Sungurlu'ya navçeya Çorûm'ê di şera biçek a di navbeyna 2 koman derket de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 26.08.2022 12:05:32 / Güncelleme: 26.08.2022 12:05:32 / Xeberen Kurdi / Çorum Haberleri
Destek için 

Şer, li ser rêya gundê Mahmatli ya Mehela Akçay'ê di navbeyna 2 malbatan de derket. Ji sedemek ne dîyar di navbeyna Xelîl V. û kurên wî Emre, Uxur, Hesen û Bîlal V. yê de  pavçûnek derket.

Pevçûn di demeke kin de vegerîya şerê biçek. Di şera biçek de bav û 4 kurên wî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî û polîsan hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Birîndar piştî midaxeleyên 'ewil bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sungurlu'yê. Hat diyarkirin ku rewşa birîndarekî giran e û hatiye şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Zanîngeha Hîtît'ê Erol Olçok'ê.

Polîs li cihê bûyerê tedbîrên ewlehîyê ya fireh çêkir û derheqê şer de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)