Yapicioglu li Edîrneyê bi akademîsyen, rîspîyan û temsîlarên STKyan re hat cem hev

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku di çarçoveya zîyaretên Trakyayê de bi tevî lijneya ku li cem wî re ye li Edîrneyê bi akademîsyen, rîspîyan û temsîlarên Rêkxistinên Civaka Sîvîl re hat cem hev.

Ekleme: 26.08.2022 09:55:33 / Güncelleme: 26.08.2022 09:55:33 / Xeberen Kurdi / Edirne Haberleri
Destek için 

Yapiciogluyê ku di çarçoveya zîyaretên Trakyayê de piştî bernameya li Kirklarelîyê, li Edîrneyê zîyaretên xwe didomîne, di nava rojê de bi dikandar û karkerên daristanê re hat cem hev.

Yê dawîn jî di Tesîsên Civakî ya Zanîngeha Trakyayê de bi akademîsyen, rîspîyan û temsîlkarên Rêkxistinên Civaka Sîvîl re civîna hevdîtinê tertîp kir.

Yapicioglu di civînê de got ku ew bû saleke li welat digerin û di van gerên xwe de jî pirsgirêkên xelqê ji devê wan gohdar dikin, destnîşan kir ku ew elbet bi van zîyaretan nikarin bighêjin hemû însanan lê bi van civînên ewakî daxwazîya wan eve ku pirsgirêkên xelqê bi şeklekî hînbibin û ji wan gohdar bikin.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Îro em Edîrneyê gerîyan. Elbet mirov ku biçe bajarekî ne mimkin e ku bi hemû mirovên wê bajarê re hevdîtinê bike lê mirov bi temsîlkarên STKyan re dikare hevdîtinê bike û bi vê şeklê jî îmkaneke ku mirov di rêyeke kin de wan mirovan re hevdîtineke bike bidest dixe. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku em bi mirovên ku em ji heman kanîyê vedixwin re bên cem hev û şêwirdariyên berfireh bikin, gelek feyde bide.”

Yapicioglu, di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew di hevdîtin û zîyaretên ku li Edîrneyê kirin de dîtin ku Edîrne xwedîyê sosyolojîkeke cuda ye û axavtina xwe weha domand, “Me hinek pirsgirêkên bajêr gohdar kir. Dikandaran zîyaret kir lê em ewakî dibînin ku em wan kesên ku bi salan li vê derê ne û li vê derê kar dikin û dijîn gohdar bikin ew ê bibereket bibe. Armanca me ya hatine li vê derê ne ku ji bona xeberdanê ye, zêdetir armanca me gohdarkirine.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku armanca wan ya hatina li vê derê dayîn û standina fikran e û îfade kir ku ew muhîmtîyê ji girtina nerînê rîspî, akademîsyen û temsîlkarên STKyan re didin.

Zekerîya Yapicioglu, di dawîya axavtina xwe de ji beşdarîyan pirsgirêk û pêşnîyazên wan yên çareserîyê gohdar kir.

Yapicioglu û lijneya wî ji bona ku biçin Çeneqqeleyê ji Edîrneyê veqetîyan. (ÎLKHA)