Şivanê xort yê ku ketibû qenala avê xeniqî

Serê Kanî'yê ya navçeya Riha'yê şivanê 17 salî yê ku dema mîhan diçêrand ket qenala avê û jiyana xwe ji dest da.

Ekleme: 25.08.2022 17:20:42 / Güncelleme: 25.08.2022 17:20:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îsa Îşlî'yê 17 salî ku li nêzî Gundê Gellegoç'ê ya girêdayî navçeya Serê Kanî'yê ye pezên xwe diçêrand, dema ku ji cem qenala avê derbas dibû ahenga xwe winda kir û ket nav qenalê.

Li ser xeberdayîna kesên li derûdorê ekîbên tendirustî, cenderme û binavgerîyê hatin sewqkirin ji cihê bûyerê re. Ekîbên cenderme û binavgerê li qenala ku li meheleyê bû xebata lêgerînê dan destpêkirin.

Di encama lêgerînê de cesedê bêcan ê şivan hat dîtin. Cesedê şivan ji bo otopsîyê hat birin Navenda Tipa 'Edlî ya Riha'yê. (ÎLKHA)