MEBê ji hûnermenda qaşo ya ku heqaret li îmamxatîbîyan kiribû re bertek nîşan da

Wezareta Perwerdehîyê ya Neteweyî destnîşan kir, derheqê wê Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e û îmamxatîbîyan kir hedef de ew ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

Ekleme: 25.08.2022 14:35:37 / Güncelleme: 25.08.2022 14:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e lê ne bi dengê xwe her tim bi bêexlaqîyên xwe tê rojevê di konsereke xwe borî de paçika wan jirêderketîyên zayendî vekir. Ji ber vê yekê hinek kesên ku wê rojê di konserê de bi cî girtibûn jêre bertek nîşan dabûn. Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e ji ser vê meseleyê ji Îmamxatîbîyan re zimandirêjî kir û got “Ew îmamxatîbê xwendine, jirêderketîbûna wan ji wê derê tê.”

Ji vê bêedebîya ku hat kirin re raya giştî bertekeke tund nîşan dabû ku bertekekê jî MEBê nîşanê wê da.

MEBê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Sazî û mektebên me yên ku ji roja ku hatine damezrandin vir ve gelek neslên pak û tahir perwerde kirine ku li wan heqaret kirin ne ya qebûlkirinê ye û em ê derheqê mijarê de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”(ÎLKHA)