Di dawetê de şer: 2 jê giran 1 birîndar

Li Manîsayê di dawetekî de şer derket, di encama şerê de 2 jê giran 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 25.08.2022 11:10:00 / Güncelleme: 25.08.2022 11:10:00 / Xeberen Kurdi / Manisa Haberleri
Destek için 

Mesele, li navçeya Kulayê pêk hat.

Şera ku di dawetê de sedema wê hêj nayê zanîn derket di demeke kurt de vegerîya pevçûnê.

Di pevçûna ku bi kevir, dar û tiştên tûj ve hatibû kirin de 2 jê giran 11 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Kulayê.

10 kesên eleqeya wan bi bûyerê ve hebûne jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)