Rejima îşxalker a sîyonîst, Mizgefta Herema Îbrahîm ji Misilmanan re qedexe kir

Midirê Mizgefta Herema Îbrahîm Xessan er-Recebî, got ku , “Li vê derê weqfeke Îslamî ye, heqê Cihûyîyan di li vê derê de tuneye.”

Ekleme: 25.08.2022 09:45:35 / Güncelleme: 25.08.2022 09:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima sîyonîst, qerara girtina Mizgefta Herema Îbrahîm a ku li bajara El Xelîlê ye ji Misilmanan re girt.

Midirê Mizgefta Herema Îbrahîm Xessan er-Recebîyê ku ji qerarê re bertek nîşan da weha got, “Bireveberîya Îşxalê, Bi beheneya ku ew ê Cihûyîyan ji xwe re îbadetê bikin hemû herêmên mizgeftê digre. Mizgefta Herema Îbrahîm ya Misilmanan e. Li vê derê weqfeke Îslamî ye, heqê Cihûyîyan di li vê derê de tuneye.”

Îro li gorî teqwîma Cihûyîyan, roja ‘ewil ya meha Îlonê tê qebûlkirin û di vê rojê de ayînê xwe yê Talmudîkê dikin.

Sîyonîstên îşxalker, di tarîxa 25ê Sibatê a sala 1994an de, di Mizgefta Herema Îbrahîm a ku li bajara El Xelîlê ye de 29 Misilmanên ku nimêja serê sibê dikirin qetil kiribû. Di encama êrîşê de ji 150 zêdetir Misilman jî birîndar bûbûn.

Piştî qetlîamê mizgeft hatibû girtin, dema ku ji nû ve hatibû vekirin jî ji nîvê wê zêdetir ji Cihûyîyan re hatibû dayîn û hatibû kirin du perçe. (ÎLKHA)