Di rêya TEMê de qeza: 5 mirî

Li Stenbolê, di rêya TEMê de qezayek pêk hat, di encama qezayê de 5 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bû.

Ekleme: 25.08.2022 09:25:36 / Güncelleme: 25.08.2022 09:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyeke ku li alîyê Esenlerê diçû, ji ber ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li darekî yê ku di kêleka rê de bû qelibî.

Di encama qezayê de 5 kes canê xwe ji dest dan, kesek jî giran birîndar bû.

Hat ragihandin ku rewşa birîndarê giran e. (ÎLKHA)