Cesedê zarokê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin

Li navçeya Sura Dîyarbekirê zarokekî 10 salî yê ku bi tevî hevalên xwe ji bona ku hênik bibin ketibûn nav Çema Dîcleyê di nav avê de winda bûbû, 2 roj paşê cenazeyê wî hat dîtin.

Ekleme: 24.08.2022 14:55:32 / Güncelleme: 24.08.2022 14:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ahmet Donatê 10 salî yê ku roja duşemê li alîyê Alîpaşaya navçeya Sura Dîyarbekirê ketibû nav Çema Dîcleyê, ji nişkavde ji ber çavan winda bû. Kesên ku dîtin ku Amed di nav avê de winda bû, ji derdorê alîkarîyê xwestin.

Bi xeberdayîna rewşê ji Navenda Banga Acîl ya 112yê re, ji cihê meseleyê re ekîbên lêgerîn û xelaskirina ku girêdayê midirtîya AFADa Bajar a Dîyarbekir in, polêsên lêgerîn û xelaskirinê, cendermeyên lêgerîn û xelaskirinê û ekîbên lêgerîn û xelaskirin a ANDAyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihîştin cihê bûyerê di herêma ku 3 kîlometreye de xebatên xwe dan destpêkirin.

Di encama xebatên ku bû 2 roj e berdewam dike de ceseda Amed hat dîtin. Cesed, ji bona ku otopsî bê kirin hat rakirin merge nexweşxaneyê. (ÎLKHA)