Li Xarpêtê hirç 2 kesan birîndar kir

Hat destnîşankirin ku li bajaroka Beyhana navçeya Paloyê hirç êrîşî 2 pismamên ku ji bona daran avbidin çûnê bexçeyên xwe kir.

Ekleme: 23.08.2022 17:05:40 / Güncelleme: 23.08.2022 17:05:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, du pismamên ku navê wan Aydin û Enes Karataş e bişev di seat 23.30yan de , ji bona ku darên xwe yên sêva av bidin çûn bexçeyên xwe. Di dema avdanê de hirçekî ku kirîye qîrînî êrîşê wan kirîye.

Piştî revîna herdû pismaman ji hirçê xelas bûne, diu encama êrîşê de pîyê Aydin Karataş û 2 pêçîyên Enes Karataş jî şikîyan.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê bûyerê re ambûlans hatin sewqkirin û kesên birîndar jî hatin rakirin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Paluyê.

Hat hînbûn ku rewşa herdu birîndaran jî baş e. (ÎLKHA)