Kesê ku di qezaya Entab'ê de birîndar bûbû wefat kir

Kesê ku hefta çûyî di qezaya ku li Şahrêya Entab-Belqîs'ê pêk hatibû de birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît wefat kir.

Ekleme: 23.08.2022 16:15:40 / Güncelleme: 23.08.2022 16:15:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Şahrêya Entab-Belqîs'ê encama lêxistina otobûseke rêwîyan a ku li 'erebeyên îtfaiye, ambûlans û Ajansa Nûçeyan a Îhlas'ê ku ji bo midaxelekirina qezayekê ku li wir bûn qezayeke fecî pêk hatibû.

Di qezayê de 16 kes jiyana xwe ji dest da bû û 22 kes jî birîndar bûbû. Hat diyarkirin ku Umut Erpek'ê ku di qezayê de birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Dewlet'ê ya Abdulkadîr Yuksel'ê di çavdêrîya awarte de tedawî didît digel bi giştik midaxeleyên doktoran jiyana xwe ji dest da.

Cenazeya Erpek piştî miameleyên hat kirin ji bo defnkirinê hat teslîmkirin malbata xwe, tehqîqeta ku di heqê qezayê de hatibû destpêkirin jî berdewam e. (ÎLKHA)