HUDA PAR: Şêx Seîd Efendî jî weke 'Atif Xoce'yê Îskîlîpî û Esad'ê Erbîlî lehengekî Îslam'ê ye

Serkan Ramanli'yê Berdevkê HUDA PAR'ê, derheqê rojeva hindir de daxuyanî da.

Ekleme: 23.08.2022 15:55:37 / Güncelleme: 23.08.2022 15:55:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ramanli, di daxuyanîya ku belav kir de derheqê heqaretên li dijî Şêx Se'îd û fona zewacê ku ji bo zor û zehmetîyên zewacê tê xwestin de nirxandinan kir.

"Heqaretên li dijî Şêx Se'îd nayê qebûlkirin"

Ramanli bertek nîşanî hin siyasetmedaran da ku di van rojên dawî de îfadeyên heqaretî li dijî Şêx Se'îd bikar tînin. Ramanli di daxuyanîyê de weha got, "Bêguman yek ji lehengê ku ji teref dîroka îdeolojîk vê tê manîpulekirin û derheqê wî de agahîyên şaş tên dayîn, Şêx Se'îd Efendî ye. Di salên 'ewilî yên komare de hat xwestin ku pir sepanên xeyrî îslamî pozberî gelên me yên Misilman bikin, ev sepanan li gelemperîya welat de bûye sedema bertekên heqdar. Ji bo serkutkirina van bertekên ku bi pêşvediçin hikûmetê wê dewrê komîteyên înfazê hatibûn damezrandin. Bi destê van komîteyan ku ji wan re dihat gotin Dadgehên Îstîklalê bi hezaran 'alîmên Îslam'ê û Misilman weke Şêx Se'îd bi şiklê neheqî hatin dardekirin."

Ramanli daxuyaniya xwe werê domand:

Di rewşeke werê de em heqareta ku li bîranîna Şêx Se'îd'ê ku ji teref  kesên ku di roja me de vê siyaseta qirêj ji xwe re kiriye kar, tê kirin, şermezar dikin. Ji bilî wê ji bo bê ceza nemîne em bi bîr dixin ku gerek daraz bilez dest bavêjin li ser van peyvên ku sûc teşkîl dike. Eşkere ye ku yên ku di serî de bi krîza aborî li dijî penaberan nîqaşek dijminatî pêş xistin û niha jî li dijî gelê Kurd bi rêya Şêx Seîd Efendî gotineke dijminatî derdixin û ji bo kûrkirina xêzên civakî û sûdwergirtina ji dijminatiya ku wê derkeve holê, bi nêrîneke faşîst û ji bo dengdana reyan gel ber bi kîn û dijminatiyê ve tehrîk dikin. Heqê tu kesî ji dêrandina gel, bi dijminatîya berberî kirinê re tune ye. Tiştên bi vî remgî kî bike gerek li be qanûnan hesaba wî bê dîtin.

Ramanli di dawîya mijarê de wisa xeber da, "Şêx Seîd Efendî jî weke 'Atif Xoce'yê Îskîlîpî û Esad'ê Erbîlî lehengekî Îslam'ê ye. Ji xeyrî zimanê ku pê dipeyivin tu cudahîyên wan tune ne. Bi vê sedemê em dîsa daxwaza cihê gora Şêx Seîd Efendî ku weke 'Atif Xoce'yê Îskîlîpî bê diyarkirin dubare dikin."

"Gerek ji budceya giştî fona zewacê bê çêkirin"

Ramanli nîşankir ku li gor daneyên TUÎK'ê li Tirkiye'yê rêjeyên zewacê di salên dawî de kêm bûne û rêjeya hevberdanê jî zêde bûne, li paralelî vêya 'umrê zewacê her diçe zêde dibe lê leza anîna zarokan jî dikeve û nifûsa pîr li hemberî nifûsa xort her diçe zêdetir dibe; ev rewşa pêk tê ji bo pêşeroja civakê mirov difikirîne.

Ramanli, derheqê sazîya malbatê de van nirxandinan kir:

"Di nava faktorên ku belawela bûyîne sazîya malbatê; tengasîya ekonomîk, ferdîtî, inyatkirina modela civaka bê malbat di rêza 'ewil de ne.

Wateya ku li malbatê hatibû bar kirin bi operasyonên îdraqê tên reşkirin û veguherîna zewacê barekî giran, ji aliyê din ve, hevkariyên ne rewa û nîşandana balkêş a jiyana bêexlaqî rêjeya zewacê kêm dike û saziya malbatê qels dike.

Naha pêdivî ye ku li hember xetereyên navborî hin tedbîr werin girtin. Di destpêka van tedbîran de, weke pêwîstiyeke siruştî ya dewletbûna civakî, gerek ciwan bên teşwîqkirin ku bizewicin û hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê manewî ve piştgirîyê bê dayîn wan.

Bi taybetî jî di vê dema krîza îqtîsadî de ciwanên ku dixwazin bizewicin lê nikarin bizewicin teqez divê bên piştgirîkirin. Di vî warî de divê ji budçeya giştî fona zewacê bê çêkirin û pakêtên teşwîqê bên amadekirin. Ji bo parastina saziya malbatê, teşwîqkirin û piştgirîkirina zewacên nû û çêkirina fona zewacê divê di zûtirîn dem de rê û rêbazên qanûnî yên pêwîst bên çêkirin." (ÎLKHA)