Li Agirî'yê 'erebeya ku ajokarê wê kontrola direksiyonê winda kir ket şerampolê: 5 birîndar

Li Zêdkan'a navçeya Agirî'yê di encama qulipîna 'erebeya ku plakaya wê 36 AAE 168 bû û di bin kontrola M.Ç. de bû ket şerampolê de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 23.08.2022 15:55:36 / Güncelleme: 23.08.2022 15:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên hat bidestxistin 'erebeya bi plakaya 36 AAE 168'ê ya ku di bin kontrola M.Ç. de bû li rêbeja Agirî-Erzîrom'ê ku nêzîkî navenda navçeyê bû gundirî şerampolê.

Li ser xeberdayîna kesên derûdorê ekîbên îtfaiye, tendirustî û cendermeyan hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ajoker û kesên birîndar F.D., O.Ş., O.C. û B.Ç. yê ku di 'erebê de bûn bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkan'ê û Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Agirî'yê. (ÎLKHA)