Li Agirî'yê tir û qemyon li hev qelibîn û şewitîn

Li Zêdkan a navçeya Agirî'yê tir û qemyon li hev qelibîn. Bi tesîra qelibînê di her du 'erebe yê de agir pê ket.

Ekleme: 23.08.2022 13:35:34 / Güncelleme: 23.08.2022 13:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên hat bidestxistin, qeza li cihê Cobara Sarican a li navçeya Zêdkan'a Agirî'yê di se'et 14.00'an de pêk hat.

Tira ku plakaya wê 76 AAD 511 bû û di bin kontrola H.B.Û de bû, bi qemyona  pembûyê ku ji hember dihat, plakaya wê 34 EMY 218 bû û di bin îdareya B.A. de bû li hev ketin. Bi tesîra lêketinê her du tir û qemyon qulipîn û agir bi wan ket.

Bi lêgerîna ajokarên derûdorê ekîbên tenduristîyê, cenderme û îtfaiye hatin sewqkirin ji cihê bûyerê re. Ekîbên îtfaiyeyê midaxeleyî şewat kirin û di demek kin de agir vemirandin lê her du 'erebe jî ketibûn halekê ku careke din nikarin bên bikaranîn.

Ajokarê tirê H.U.B. yê ku di qezayê de sivik birîndar bûbû piştî midaxeleya ekîbên tendirustiyê hat rakirin nexweşxaneyê û hat tedawîkirin. Di rêbeja ku ji ber qezayê hatibû girtin de kilikên 'erebeyan çê bû. Piştî ku 'erebeyên qezakirî ji rê hat rakirin rêbej dîsa ji trafîkê re vebû. (ÎLKHA)