Erebe di rê de şewitî

Li navçeya Misirca Sêrtê erebeyek di dema ku di rê de diçû de agir pê ket, şofêrê erebeyê ku qurifîn erebeyê li ser kadîna ku di kêleka rê de bû ajot.

Ekleme: 23.08.2022 12:20:36 / Güncelleme: 23.08.2022 12:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, doh li navçeya Misirca Sêrtê di seat 16.30yan de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeyeke ku plaqeya wê û nasnameya şofêrê wî nehatîye bidestxistin, ji nişkav ve şewitî. Şofêrê erebeyê ku ji şewatê qurifîn erebeyê li ser kadîna ku li kêleka rê bû ajot.

Bi xeberdayîna şofêrên ku di rê de derbas dibûn ji cihê bûyerê re ekîbên îtfaîyeyê ya Şaredarîya Misircê hatin sewqkirin. Ekîbên îtfaîyeyê midexeleya erebe û kadîna ku dişewitîya kirin û ji belavbûna agir re astengî derxistin.

Di encama bûyerê re erebe bi temamî şewitî û piranîya kadînê jî bû wek xwelîyê.

Hat hînbûn ku bi şofêrê tiştek nebûye. (ÎLKHA)