Li febrîqeya xida û kozmetîkê de şewat

Şewata ku li Semsûn'ê di febrîqeya xida û kozmetîkê de derket hat kontrolkirin.

Ekleme: 23.08.2022 12:10:07 / Güncelleme: 23.08.2022 12:10:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Tekkekoy'a navçeya Semsûn'ê, li febrîqeya xida û kozmetîkê ji sedemek ne dîyar agir derket.

Şewata ku li cihê Çarrêya Recepoglu'yê derket di demek kin de geş bû.

Li ser xeberdayînê pir ekîbên îtfaiye, tendirustî û polîsan hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Şewata ku carinan teqînîyên biçûk çêdibû, piştî midaxeleyên bi se'etan hat kontrolkirin.

Xebatên sarkirina şewatê dewam dike. (ÎLKHA)