Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku di bin kontrola S.Y. de bû û mînîbûsa ku di bin kontrola M.A. de bû li Taxa Şehît Mustafa Yagizê li navçeya Qadîrlîyê sedema wê hêj nayê zanîn li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar ji teref ekîbên 112yê ve hatin rakirin nexweşxaneya li navçeyê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)