Ûkrayna cara 'ewil zaiyata leşkerî ya xwe diyarkir

Serfermanderê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, diyarkir ku heta niha di şerê Rûsya'yê de 9 hezar leşkerên Ûkrayna'yê jiyana xwe ji dest dan e.

Ekleme: 22.08.2022 17:40:38 / Güncelleme: 22.08.2022 17:40:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên Rûsya'yê ya li ser Ûkrayna'yê ji 24'ê Sibat'ê ve dewam dike, Zelenskî yê Serfermandarê Ûkrayna'yê cara 'ewil zaiyatên leşkerî ya Ûkrayna'yê diyarkir.

Zelenskî diyarkir ku ji destpêka êrîşan heta niha nezî 9 hezar leşkerên Ûkrayna'yê hatine kuştin.

Serokatiya Serkantîya Giştî ya Ûkrayna'yê daneyên zaiyatên êrîşê ya ku di 24'ê Sibatê de dest pê kiribû nû kir.

Hat diyarkirin ku Rûsya di êrîşên 24'ê Sibat-22 Tebaxê de 45 hezar û 400 leşkerê xwe winda kiriye.

Li gorî di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, 234 balafir, 198 helîkopter, 1917 tanq, 4 hezar û 230 'erebeyên bizirx, 266 sîstema roketavêjê, 145 sîstema parastina asîmanî û 815 balafirên bêînsan a Rûsya'yê hatin îmhakirin. (ÎLKHA)