Li Sûdan'ê hejmarên kesên ku di lehîyan de mirin derket 83'yan

Li Sûdan'ê ji meha gulanê vir ve hejmarên mirîyên ku ji ber lehîyên ku li welat çêdibe derket 83'yan.

Ekleme: 22.08.2022 17:05:38 / Güncelleme: 22.08.2022 17:05:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Baranên zêde yên li Sûdan'ê ku di meha gulanê de dest pê kiribû carinan dibû sedema lehî û sêlavan.

Li gorî çapemenîya Sûdan'ê ji ber lehîyê 83 kesan jiyana xwe ji dest dan e, ji 30'î zêdetir kes jî birîndar bûn e.

Ji ber lehiyê ji 17 hezar bêhtir xanî bi temamî xerabûn û 20 hezar bêhtir xanî jî xisar dîtine.

Roja Yekşemê li Sûdan'ê Konseya Serwerî ya desthilatdar, li 6 wilayetan 'alarma asta bilind û rewşa awarte îlan kiribû.

Baranên zêde ku ji meha gulanê ve dibare, bajaran di nava avê de hişt û bi hezaran însan mecbûr man ku xanîyên xwe biterikînin.

Ji lehîyan herî zêde wilayetên Kordofana Bakûr, El Cezîre, Darfûra Başûr, Kordofana Başûr û Nîla Spî bandor dîtin.

Li Sûdan'ê demsala baranê ji meha Gulan'ê heta Îlon'ê dewam dike. (ÎLKHA)