Li Yemenê brûsk ket ‘erdê: 13 mirî, 21 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Yemenê li du herêmên cuda brûsk li ‘erdê ket, di encama ketina brûskan de 13 kes canê xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.08.2022 15:50:41 / Güncelleme: 22.08.2022 15:50:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di nav 24 seatê dawîn de ji ber ketina brûskê yê li bajarên Hacce û Amrana Yemenê de mirin û birîndar bûn pêk hatin.

Li gorî medyaya Yemenê brûska ‘ewil li bajara Amranê di merasîma cenazeyekê de pêk hat. Di encama ketina brûskê ya li merasîma cenazeyê de 6 kes canê xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.

Bûyerên dinê jî li hinek herêmên cuda yên li bajara Hacceyê pêk hatin. Di encama ketina brûskê ya li van deran jî herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)