Şofêrê ku tekîlîya wî bi qezayê re hebû hat sewqkirin dadgehê

Şofêrê otobusê yê ku li ser rêya Entab-Belqîs'ê qeza kir û 16 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn, piştî tedawîyê hat sewqkirin 'edliyeyê.

Ekleme: 21.08.2022 18:05:35 / Güncelleme: 21.08.2022 18:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama qezaya ku li ser rêya Entab-Belqîs'ê otobûsek bi îtfaiye, ambûlans û wesayita weşana zindî ya ajansa nûçeyan re ku ji bo mudaxeleyê wesayîta ku berê qulipîbû li cihê bûyerê li hev qelibîn 16 kes miribûn û 22 kes jî birîndar bûbûn.

Hat ragihandin ku di çarçoveya tehqîqeta ku piştî qezayê hatibû destpêkirin de, şofêrê otobûsê ya birîndar A.M. piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Belqîs'ê hat tedawî kirin îfada wî hat girtin û ji bo jêpirsînê hat sewqkirin dadgehê. (ÎLKHA)