Sûîqest li keça Dugînê zanyarê siyasî ya Rûs hat kirin

Darya Dugina, keça pisporê siyasî yê Rûs Aleksandr Dugin ku wek "mejiyê Pûtîn" tê binavkirin, di encama teqîna bombeya ku di wesayîta wê de hatibû bicihkirin mir.

Ekleme: 21.08.2022 14:35:29 / Güncelleme: 21.08.2022 14:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li herêma Odintsova ya Moskowê qewimî.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Rûsyayê de cih girtiye, Darya Dugina keça pisporê siyasî yê Rûs Aleksandr Dugin di encama teqîna bombeya ku di wesayîta wê de hatibû bicîkirin de mir.

Hat ragihandin ku berê bombeyek li wesayîta Dugînê hatiye bicihkirin.

Heta niha nayê zanîn ev êrîş ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin, hat diyarkirin ku hedefa sereke pisporê siyasî yê Rûs Aleksandr Dugîn bûye, lê ew li wesayîta bombebarkirî siwar nebûye.

Darya Dugina analîsta siyasî û medyayî ya Rûsî ye û bi eşkere piştgirîya midaxeleya Rûsyayê ya li Ukraynayê dike. (ÎLKHA)