HUDA PARê derheqê qezaya li Mêrdînê de daxuyanîyek belav kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê qezaya li Dêrika Mêrdînê ya ku tê de 20 welatî canê xwe ji dest dan de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 21.08.2022 12:05:31 / Güncelleme: 21.08.2022 12:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Xweda aqûbeta me bi xêr bike, ev yek ne qeza qetlîam e.Piştî qezaya li Entabê re xebereke din a elemnak ji Dêrika Mêrdînê hat. Ez hêvî dikim hejmara mirîyan zêde nebe. Xweda rehma xwe li wan kesên ku wefar kirin bike û şifaya xêrê bide wan kesên birîndar.”(ÎLKHA)