Şewata daristanan li bakurê Fasê berdewam dike

Hat diyarkirin ku li bakurê Fasê di şewata daristanan a ku 3 roj in dewam dike da heta niha 55 hektar erd zirar dît.

Ekleme: 21.08.2022 11:55:28 / Güncelleme: 21.08.2022 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xebatên vemirandina şewata ku di 17ê tebaxê da li daristanên bajarê Huseyme yê bakurê welêt derketibû bênavber berdewam dike.

Tê diyarkirin xebatên tefandinê ji ber ba û bagerê bi zehmetî tên kirin.

Hat diyarkirin ku di şewata ku 3 roj in li herêmê dewam dike de 55 hektar erd zirar dîtiye û zirara canî çênebûye.

Di şewata ku hefteya borî li bajarê El-Medik-El-Finedik ê bakurê Fasê derketibû de zêdetirî 125 hektar erd zirar dît. (ÎLKHA)