Li Sûdanê ji ber lehîyê heta niha 79 kes canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber lehîyên ku li Sûdanê rabûn heta niha 79 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.08.2022 11:50:29 / Güncelleme: 21.08.2022 11:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Konseya Parastina Sîwîl ê Sûdanê  Abdulcelîl Abdulrahîm ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Abdulcelîl Abdulrahîm di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber lehîyên ku ji ber baranên zêde rabûn heta niha 79 kes canê xwe ji dest dan.

Ofîsa Karên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber lehîyan heta niha 136 hezar kes tesîrdar bûne.(ÎLKHA)