Îkrîma Sebrî yê Waiz'ê Mescîda Eqsa'yê: Quds û Eqsa ji demeke pir zehmet derbas dibe

Ji xatîb û waizên Mescîda Eqsa'yê Şêx Îkrîme Sebrî got ku Mescîda Eqsa û Quds di van rojan de ji serdemeke zehmet derbas dibin û ragihand ku Mescîda Eqsa hêjî cihê şewatê ye.

Ekleme: 21.08.2022 11:40:29 / Güncelleme: 21.08.2022 11:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îkrîme Sebrî, daxuyaniyekê ji ber salvegera 53'yemîn a şewata ku di 21'ê Tebaxê 1969'an li Mescîd-a Eqsa de hatibû derxistin û pir xerakirin çêkiribû da.

Sebrî dîyar kir ku şewat bi êrîşên îşxalkeran, standina bi zorê yên xeyrî menqûlên Qudsîyan, xespkirina 'erdan, bi xebatên cihûkirinê, êsîrkirin yan jî mişextkirina însanan, bi bacê giran, bi polîtîkayên tesfiyekirina nijadperestî dewam dike.

Sebrî bal kişand ku, xwedî derketina, parastina, piştgirîya Quds û Mescîda Eqsa'yê erkê giştik Misilmanan e. Sebrî gotina xwe wuha domand, "Azadkirin û standina heqqên xespkirî ya Eqsa'yê tenê bi cîhad û xebata di rêya Xweda de mimkin e. Ev bawerî û îman e. Ew pêkanîna hikmê afirînera mezin a ku îkrama wî pir e."

Sebrî dîqetê kişand ku, sepanên û êrîşên tehîdtkar ên rejîma îşxalker a li ser Mescîd-a Eqsa yê her diçe zêdetir dibe. (ÎLKHA)