Wezîr Soylu: Îhmal, qest her çibe temamê pêvajo wê bê tetkîkkirin

Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylu derheqê qezaya Mêrdîn'ê de got, "Bûyer temaetî tê vêkolîn. Îhmal, qest her çibe giştik pêvajo wê bê tetkîkkirin."

Ekleme: 21.08.2022 11:10:06 / Güncelleme: 21.08.2022 11:10:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Duh di danê êvarî de li Dêrîk'a Mêrdîn'ê di qezaya ku qemiwîbû de tira ku lastîkê wê teqîyabû piştî ku 2 'erebeyên li pêş xwe xist teqla avêt.

Tirek din a frênê wê teqîya bû jî li ekîbên polîs, îtfaîye, tendirustî û gelên li derûdorê kom bûbûn xist.

Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylu got ku hejmarên kesên ku di qezayê de mirine derket 20'an û 26 kes jî birîndar bûn e.

Wezîr Soylu daxiyaniya xwe de wisa got, "Di vê mijarê de îhmala kî hebe, tespîtên di derheqê îhmalê de hevalên me, Midûrê Giştî yê Ewlehîyê me û Walî yê me û em nirxandina me wê hatibe çêkirin. 2 kes hatine qefaltin, ew 2 kes şîfêrin û birîndarin."

Wezîr Soylu û kesên pê re pişt re ji mervên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin. (ÎLKHA)