Li Pakistanê ji ber baranên musonê hejmarê mirîyan derket 32 kesan

Ji ber barana ku li Pakistanê tesîrdare di nav 48 seatên dawîn de 32 kes canê xwe ji dest dan û ji hezarî zêdetir heywan jî telef bûn.

Ekleme: 20.08.2022 17:05:34 / Güncelleme: 20.08.2022 17:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Otorîteya Bireveberîya Afeta Neteweyî ya Pakistanê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin ku di nav 48 seatên dawîn de baranên musonê bû sedema lehî û sêlavê.

Li gorî xeberên ku ji çapemenîya neteweyî hatine bidestxistin, baranên musonê ên ku li giştîyê welat tesîrdar bûye, jîyanê bi xirabî tesîrdar dike.

Hat diyarkirin ku li wîlayeta Sîndhê ji ber pêketina ceryanê, hilweşîna banê xanîyan û fetisandinê 20 kes, li herêma Çîtrala li wîlayeta Hayber Pahtunhvayê jî 12 kes ji lehîyê canê xwe ji dest dan.

Di gelek wîlayetan de jî bi hezaran heywan telef bûn û rê jî xira bûn. (ÎLKHA)