Li Cezayîrê 27 kes fetisîn

Di perava Behra Spî ya Cezayîrê de di nav 48 seatên dawîn de 27 kes fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 20.08.2022 17:05:33 / Güncelleme: 20.08.2022 17:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindirê ya Cezayîrê ve hat belavkirin, hat diyarkirin ku di nav du rojên dawîn de ji alîyê rojhilata welat heta rojavaya welat di 10 bajarên cuda de 27 kes fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji 27 kesên ku canê xwe ji dest dane 14 kesên wan ji ber ku li alîyê ku ketina nav behrê qedexeye, 5 kesên wan jî ji ber ku di derveyê seatên canxelasê de ketine nav behrê û fetisîne ne. (ÎLKHA)