Ji bo qurbanên erdhejê ew ê ji 2 hezarî zêdetir xanî bê lêkirin

Li wîlayeta Paktîkaya Efxenistanê ji dêla xanîyên ku xirabûne ve ew ê xanîyên nû bên lêkirin.

Ekleme: 20.08.2022 14:55:35 / Güncelleme: 20.08.2022 14:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mewlewî Şerafudîn Mûslîmê Alîkarê Wezîrê Dewletê yê Mesulê ji Karên Însanî û Bireveberîya Afetê, di daxuyanîya xwe de got ku li navçeya Barmala wîlayeta Paktîkayê xebatên avêtêna temela hezar heb xanîyan dest pê kir.

Mûslîm got ku ew ji bona kesên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re 2 hezar û 200 heb xanî plan dikin ku lê bikin û ev proje jî ji teref Komîsertîya Bilinda Miltecîyan a Neteweyên Yekbûyî ve jî tê alîkarkirin.

Di erdheja ku di 22yê Hezîranê de li hinek herêmên Efxenistanê xistibû de ji 2 hezarî zêdetir xanî bi temamî ya xira bûbûn an jî xesarekî mezin dîtibûn. (ÎLKHA)